İdris Sülün
08 Berfanbar 2021•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2021
Hat ragihandin ku Sererkanê Hindistanê Bipin Rawat di qezaya firokeyê da mir.
Hêzên Esmanî ya Hindistanê li ser Twitterê daxuyanî da û diyar kir, Sererkan Bipin Rawat, Madhulika Rawat û 11 kesên din ên ku di firokeyê da bûn, di qezayê da mirin.
Hatibû ragihandin ku firokeya eskerî ya ku digel Rawat û jina wî 14 kes tê da bûn, li eyaleta Tamil Naduyê ket.