Ahmet Aydın
14 Îlon 2017•Rojanekirin: 15 Îlon 2017
HEWLÊR
Berdevkê Serokayetiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Umêd Sebah ragihand ku "Serokayetiya Herêma Kurdistanê bi şêweyekî tund biryara Encumena Nûnerên Iraqê ya ezilkirina Rêzdar Doktor Necmedîn Kerîm ji Walîtiya Kerkûkê, red dike."
Li gorî agahiyên li ser malpera fermî ya Serokayetiya HKIyê, Berdevkê Serokayetiya Herêmê Umêd Sebah di daxuyaniyekê xwe de gotiye ku "Serokayetiya Herêma Kurdistanê bi şêweyekî tund biryara Encumena Nûnerên Iraqê ya ezilkirina Rêzdar Doktor Necmedîn Kerîm ji Walîtiya Kerkûkê, red dike."
Sebah wiha axivî, "Parlementoya Iraqê, bi avêtina vê gavê dîsan dupat kir ku binemayên wekheviya pirîne û kemîne, şirîkatiyê û destûrê bin pê dike."
Di daxuyaniyê de herwiha hat gotin, "Gelê Kurdistanê bi giştî û gelê parêzeha Kerkûkî bi ti şêweyekî nabin pabendê vê biryara Parlementoya Iraqê. Rêzdar Necmedîn Kerîm dengê mitmaneyî ne ji parlementoya Iraqê sitendiye, heta ku jê bistînin. Waliyê Kerkûkê bi hilbijartinê hatiye û mitmaneya xwe ji Encumena Wilayetê ya Kerkûkê sitendiye. Heger hinek karibin wê biryarê bidin ew jî gelê Kerkûkê ye."