Elif Orhan
07 Tebax 2018•Rojanekirin: 08 Tebax 2018
BERLÎN
Hat ragihandin ku dê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan dawiya îlonê Almanyayê ziyaret bike.
Di nûçeya ku Ajansa Nûçeyan a Almanyayê (DPA) weşand de hat diyarkirin ku Daîreya Serokkomariya Almanyayê eşkere kir ku dê Serokkomar Erdogan di 28-29ê îlonê de bo Almanyayê ziyareta fermî bike.
Hat destnîşankirin ku dê Serokkomarê Almanyayê Frank-Walter Steînmeîer bi merasima eskerî pêşwazî li Erdogan bike û Recep Tayyîp Erdogan dê di çarçoveya ziyaretê de bi Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê re jî bicive
Der barê hûrguliyên bernameya Almanyayê ya Serokkomar Erdogan de jî dan zanîn ku hê jî herdu alî "di nav kordînasyoneke nêz de" hevdîtinan dikin.
Steînmeîer berê Serok Erdogan vexwendibû Almanyayê lê belê dîroka ziyaretê diyar nebûbû.