Mümin Altaş
23 Cotmeh 2025•Rojanekirin: 23 Cotmeh 2025
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan Togga otomobîla biceyran a xwemalî ya Tirkiyeyê diyariyê Heysem bîn Tariqê Siltanê Ummanê kir.
Serokomar Erdogan piştî merasima pêşwazîkirinê ya fermî ya li Qesra Al Alamê bi Heysem bîn Tariq ra hevdîtin kir.
Erdogan piştî hevdîtinê Togga bi rengê sor diyariyê Heysem bîn Tariq kir.
Heysem bîn Tariq li hewşa Qesra Al Alamê demekî bi Serokomar Erdogan ra li wesayîtê nihêrî.
Wezîerê Pîşesazî û Teknolojiyê Mehmet Fatîh Kacir jî der barê wesayîtê da agahî dan Heysem bîn Tariq.