Önder Beyter
10 Tebax 2020•Rojanekirin: 10 Tebax 2020
Li Belarûsê li gorî encamên nefermî yên hilbijartina serokomariyê ku dawiya hefteyê hat kirin, Serokomarê mewcûd Aleksandr Lukaşenko bi sedî 80,23 deng va bû serkeftiyê hilbijartinê.
Seroka Komîsyona Hilbijartinê ya Navendî ya Belarûsê Lidiya Yermoşinayê di civîna çapemeniyê da diyar kir ku beşdariya hilbijartinê di rêjeya ji sedî 84,23 da ye.
Yermoşinayê diyar kir ku li gorî encamên destpêkê yên neteqez, Serokomarê mewcûd Lukaşenko ji sedî 80,23yê dengên derbasdar wergirt, Svetlana Tikhanovskayaya mixalif ji sedî 9,9, parlamentera berê Anna Kanopatskayayê ji sedî 1,68, Serokê Partiya Demokratên Sosyal ên Belarûsê ya Gramadayê Sergey Çereçen ji sedî 1,13, Hevserokê Tevgera Govori Pravdu (Rastiyê Bêje) Andrey Dmitriyev jî ji sedî 1,04 deng wergirt.
Ji aliyekî din va binkeya Tikhanovskayayê ku duh nîvê şevê bangî alîgirên xwe kir ku dakevin qadan, diyar kir ku ew encamên ku ji hêla Komîsyona Hilbijartinê ya Navendî hatin ragihandin, qebûl nakin û îdia kirin ku rêjeya dengên ku namzeda mixalif wergirt, bi qasî ji sedî 70-80 ye.
Tê pêşbînîkirin ku encamên teqez dê 14ê tebaxê bên eşkerekirin.
- Di xwepêşandanan da 213 kes hatin binçavkirin
Paytext Mînsk di serî da di xwepêşandanên li bajarên wekî Mogilyov, Vitebsk, Brest, Grodno, Novopolatskê da polêsan xwepêşandan tepisandin û xwepêşandêr jî belav kirin.
Mixalifan îdia kir ku li Mînskê di xwepêşandanên ku polêsan midaxele kirin da kesek hat kuştin, 213 kes jî hatin binçavkirin.
Wezareta Karên Navxweyî ya Belarûsê jî îdiaya kuştina kesekî di protestoyan da derewand.