BEXDA
Hat ragihandin ku Serokomarê Iraqê Fuad Mesûmê ji bo têkiliyên dualî Tirkiyeyê ziyaret bike.
Li gor agahiyên ku Serokê Dîwana Serokomariyê Nasir el-Anî da nûçegihanê AAyê Mesûmê di çarçoveya ziyaretên herêmê de Tirkiyeyê jî ziyaret bike û bi rayedarên Tirkiyeyê re li ser têkiliyên dualî biaxive.
Tarîxa ziyaretên welatên li herêmê ya Mesûm hê eşkere nîne. Masûmê Îran û welatên din ziyaret bike.
Hikûmeta nû ya ku di serokatiya Heyder el-Ebadî de hatibû avakirin ziyareta xwe ya ewil a Tirkiyeyê bi Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Îbrahîm el-Ceferî ve kiribû.
Mesûm jî piştî ku bû Serokomar di ziyareta xwe ya ewil de çûbû Erebistana Siudî.