İdiris Okuduci
30 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 31 Cotmeh 2022
Serokomarê Lubnanê Mîşel Avn daxuyand ku wî biryarnameya îstifaya hikûmeta berwext îmze kir.
Avn di roja dawîn a wezîfeya serokmariya xwe ya 6 salî da biryara xwe eşkere kir.
Avn got wî biryarnameya îstifaya hikûmeta berwext ya ku piştî hilbijartinên gulana 2022yan bi serokwezîrtiya Necîb Miqatî ava bûbû îmze kir.
Avn anî ziman ku wî biryara xwe teblîxê Serokê Meclisê Nebîh Berrî kiriye bi vî awayî hikûmeta Mîkatî êdî bi daxwaza xwe ji wezîfeyê dûr ketiye.
Serokwezîr Necîb Miqatî hê der barê îstifaya xwe da tu daxuyanî neda.