Elif Orhan
08 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2017
HEWLÊR
Serokwezîr Yildirim piştî hevdîtinên xwe yên li Bexdaya paytextê Iraqê bi balafira taybet "ANA"yê gihîşt Hewlêrê.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Wezîrê Navxweyî Kerîm Sîncarî û Wezîrê Tenduristiyê Rêkewt Heme Reşîd li Balafirgeha Navnetweyî ya Hewlêrê pêşwazî li Serokwezîr Yildirim kirin.
Bi Yildirim re Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Berat Albayrak, Wezîrê Gumrik û Bazirganiyê Bulent Tufenkçî, Wezîrê Perwerdeyê Îsmet Yilmaz û Wezîrê Parastinê Fîkrî Işik jî hatin Hewlêrê.
Tê çaverêkirin ku Yildirim îro bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û piştre jî bi Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re bicive. Di civînan şerê bi giştî li herêmê li dijî terorê û taybetî jî têkoşîna li dijî rêxistinên terorî DEAŞ û PKKê dê were xeberdan.
Serokwezîr Yildirim cara ewil e ku diçe Hewlêrê. Berî Yildirim, Serokomar Recep Tayyîp Erdoğan û Serokwezîrê berê Ahmet Davûtoglû jî wek Serokwezîr seredana Hewlêrê kiribûn.