Abdullah Tel
16 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 17 Berfanbar 2020
Serokwezîrê Iraqê Mistefa el-Kazimî di 17ê Berfanbarê da wê serdana Enqereyê bike û tê payîn ku di hevdîtinan da li ser têkiliyên siyasî, ewlehî û aboriyê yên di nav herdu welatan da û mijara PKKya rêxistina terorê bê sekinîn.
Serokwezîrê Iraqê Kazimî li ser vexwendina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan 17ê Berfanbarê roja pêncşemê wê bê Enqereyê û hevdîtina ewil li Qesra Serokomariyê bi Serokomar Erdogan ra wê bike.
Di serdanê da tê payîn ku têkiliyên di navbera herdu welatan pêşva bibe da li ser hebûna PKKya rêxistina terorê ya li Iraqê bê sekinîn û Serokwezîr Kazimî jî der barê Peymana Şengalê ya pê tê xwestin ku dawî li hebûna dereqanûnî ya PKKê ya li Iraqê bê anîn da wê agahiyên dawîn bide Enqereyê.
Di serdanê da mijarên wek pêşketina bazirganiya di navbera herdu welatan da, çêkirina wan cih û warên DEAŞa rêxistina terorê serobin kir û projeyên veberhênanê yên Iraqê wê bên qisekirin.
Herdu welatên cîran tê payîn ku wê li ser mijarên herêmî û geşedanên nû jî fikr û ramanên xwe bi hev ra parve bikin.
- "Kazimî wê li ser ewlehî û aboriyê bisekine"
Balyozê Enqereyê yê Iraqê Hasan Cenabî di 13ê Berfanbarê da daxuyanî da Sabaha rojnameya fermî ya Iraqê û got ku Kazimî li ser vexwendina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi şandeyeke payebilind ra wê biçe serdana Enqereyê û li ser mijarên wek ewlehî û aboriyê bisekine.
Di axaftina xwe da Cenabî got: "Serokwezîr Kazimî di hevdîtinên xwe da ji bo bi şirîkatî rê li terorîstên ji sînoran derbas dibin bê girtin û bazirganiya di navbera herdu welatan da ku niha bi bergîdana 15 milyar dolarî da tê kirin, zêdetir bibe wê biaxive. Di serdanê da pirsgirêka avê, ewlehiya sînor û îxrackirina neftê jî wê di rojevê da bin û bên nirxandin."
Berî serdana Kazimî wê Wezîrê Karên Derva yê Iraqê Fuad Hiseyîn bê Enqereyê.
Serokwezîrê Iraqê Kazimî piştî ku wek serokwezîr dest bi wezîfeyê kir cara ewil e ku wê here serdana Tirkiyeyê.