Önder Beyter
11 Hezîran 2020•Rojanekirin: 11 Hezîran 2020
Di daxuyaniya Operasyona Hêrsê ya artêşa Lîbyayê ya ji ser hesabê wê yê Facebookê da hat diyarkirin ku Serac bi Alîkarê Serokwezîr Ehmed Mueytik, Wezîrê Karên Navxweyî Fethî Başaxa û her wiha fermandarên herêmên eskerî yên Rojava, Naverast, Trablus, Sîrte û El-Cufrayê hat cem hev.
Di rûniştinê da geşedanên dawîn ên operasyonên eskerî, parastina sivîl û her wiha dem û dezgehên taybet û yên qamûyê, tedbîrên li ciyên ku nû ji milîsên Xelîfe Hefterê serokê hêzên nemeşrû yên li rojhilatê welêt hatin wergirtin, hatin gotûbêjkirin.
Artêşa Lîbyayê ku 25ê adarê operasyona "Bahoza Aştiyê" dabû destpêkirin, piştî Baregeha Asîmanî ya Eskerî Watiyeyê, 4ê hezîranê jî hemû sînorên îdarî yên Trablusê kiribû kontrola xwe.
Artêşa Lîbyayê roja şemiyê jî ragihandibû ku wan hereketeke nû ya bi navê "Rêya Serfiraziyê" da destpêkirin da ku Sîrte, Baregeha Asîmanî ya Eskerî Cufrayê û dewrûbera wê ji destê Hefter derxin.