Sevgi Ceren Gökkoyun
02 Gulan 2023•Rojanekirin: 03 Gulan 2023
Serokê Amerîkayê Joe Biden der heqê îflasa First Republic Bankê da diyar kir, hemû xwediyên mewduetan tên parastin û mukellefên bacê ne di xetereyê da ne û her wiha ev çalakî dikin ku pergala banqevaniyê ya welêt ewle û saxlem bin.
Biden di axaftina xwe ya li çalakiya ku di çarçoveya "Hefteya Kargehên Piçûk ên Neteweyî" da hat lidarxistin da da bibîrxistin ku verastkarên Amerîkayî ketin liv û tevgerê da ku firotina First Republic Bankê hêsan bikin.
Biden bal kişand ku hemû xwediyên mewduetan tên parastin û mukellefên bacê ne di xetereyê da ne û her wiha got ku ev çalakî dikin ku pergala banqevaniyê ya welêt ewle û saxlem bin.
Biden her wiha bibîrxist ku wî bangî Kongreyê kir da ku rêveberên banqeyan ji îflasan berpirsiyar werin hesibandin û verastkirin û kontrola banqeyên mezin û herêmî bên qewînkirin.
Bîden diyar kir, divê pêbawerî çêbe banke cardin îflas nekin û got ku em hewl didin ku ev pêbawerî hebe.
Joe Bîden destnîşan kir, rojeva wan ya sereke ew e ku ewledariya eborî û pergala fînansê ya Amerîkayê pêk bînin û got ku di vî warî da tiştê herî girîng yê hewcedar ew e ku îhtimala deynê neteweyî bikeve temerrudê ji holê rakin.
Bîden diyar kir ku Amerîka 200 sal e deynê xwe bi serkeftî dide û destnîşan kir, hin Komarparêzên di Kongreyê da gefa ku wê deyn bikeve temerrudê dixwin ku ev "bêpersiyarî ye."
Serokê Amerîkayê Bîden got ku "heger deynê dewletê bikeve temerrudê wê rêjeyên faîzê bilind bibin û rêjeyên mortgageyê pir zêde bibin."