Damla Delialioğlu, Ayşe İrem Çakır
14 Gulan 2026•Rojanekirin: 14 Gulan 2026
Serokê Dewleta Çînê Şî Cînpîng di hevdîtina xwe ya bi Serokê Amerîkayê Donald Trump ra got heke mijara Taywanê bi awayekî rêkûpêk neyê çareserkirin, dibe ku Amerîka û Çîn pev biçin û têkiliyên wan bikevin xetereyeke mezin.
Li gorî daxuyaniya Xînhuayê, Şî û Trump li paytext Pekînê hatin bal hev.
Şî got parastina aştî û aramiyê ya li Tengava Taywanê "xala hevpar a herî mezin" ya di navbera her du welatan da ye.
Şî diyar kir ku mijara Taywanê di têkiliyên Amerîka û Çînê da mijara herî girîng e û ji Trump ra got heke mijara Taywanê baş bê rêvebirin têkilî wê baş dewam bikin, lê heke berevajî vê bê tevgerîn dibe ku di navbera herdu welatan da pevçûn çêbibin û têkiliyên wan bikevin xetereyeke mezin.