01 Nîsan 2016•Rojanekirin: 13 Nîsan 2016
SAN FRANCISCO
Stêrnasan stêrkeke nû ku di atmosfêra wê da bi şiklekî têr oksîjen heye, keşif kirin.
Stêrka ku ji aliyê stêrknasên brezîlî û almanî hat keşifkirin û navê "SDSS J124043.01+671034.68" lê hat kirin.
Hat destnîşankirin ku qebareya stêrkê gelekî tîr e û ev jî hêza rakişandina wê zêdetir dike. Herwiha gazên sivik yên weke helyûm û hidrojenê ji ber zêdebûna hêza rakişandinê ji rûberê sitêrkê dûr dikevin. Ji aliyekî din va jî oksîjena ku elementeke giran e, li cihê xwe dimîne û hinbihin tevahiya rûberê atmosferê bi oksîjenê dorpêç bûye.
Tê çaverêkirin, bi wê keşfa ku encama wê di govara Scienceê da hat weşandin, di mijara famkirina, geşedan û vemirîna stêrkan, ji zanyaran ra bibe alîkar.