Ömer Tuğrul Çam
10 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2023
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg diyar kir, li gor baweriya wî bi pesendkirina Tirkiyeyê va jî pêvajoya endamtiya NATOyê ya Swêd û Fînlandiyayê wê temam bibe.
Piştî merasima îmzeyê ya deklarasyona hevpar ku mijara wê tevkariya navbera NATO û YEyê ye, Stoltenberg bi Serokê Konseya YEyê Charles Michel û Seroka Komîsyona YEyê Ursula von der Leyenê ra civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xist.
Stoltenberg li ser pirsa, Swêdê daxuyand ku ew ê nikaribin hemû daxwazên Tirkiyeyê bi cih bînin, wiha got, "Li gor baweriya min bi pesendkirina Tirkiyeyê va jî pêvajoya endamtiya NATOyê ya Swêd û Fînlandiyayê wê temam bibe."