HEWLÊR
Waliyê Mûsilê Esil en-Nuceyfî daxuyand ku sunî dikarin bi tena serê xwe nehêlin ku teror li welêt belav bibe, lê ne di bin banê Serokwezîr Nurî el-Malikî de.
Walî Nuceyfî duh li Hewlêrê bi Nûnerê Iraqê yê Neteweyên Yekbûyî Nîkolay Mîladînov re hat li bal hev û hûrgiliyên hevdîtinê îro wek daxuyaniyeke nivîskî hat weşandin.
Hat gotin ku Mûsilî li dijî mudaxaleyeke ji derveyî welêt in û Nuceyfî ji Mîladînov re wiha gotiye: "Heke ku hûn dixwazin terorê ji holê rakin, divê hûn siyaseta li Iraqê û terorê tevî hev nekin. Komên biçek wek terorîst bi nav kirin, lê li hember têkoşîna terorê jî ji wan piştgirî xwestin û ev tevgereke ne rast e."
Nuceyfî got ku sunî li hember têkoşîna terorê naxwazin alîkariya hikûmeta Malikî bikin û wiha axivî: "Sunî dikarin bi tena serê xwe nehêlin ku teror li welêt belav bibe, lê ne di bin banê Serokwezîr Nurî el-Malikî de."
Hat gotin ku Nuceyfî bangî Mîladînov kiriye ku ji bo rewşa siyasî ya Iraqê baştir bibe ew jî hewl bidin.
Li Iraqê ev demeke ku pevçûn çêdibûn û herî dawîn jî milîtanên DÎŞIyê û hin hêzên eşîran li navenda Mûsilê, navçeya Selahaddînê Tikrît û hin cihên din kontrol bi dest xistine.