09 Sibat 2018•Rojanekirin: 10 Sibat 2018
ANKARA
Tehdeyên wekî bi darê zorê çekdarkirin û ji herêmê dernexistin ên ku PYD/YPGya baskê PKKya rêxistina terorê ya Sûriyeyê li Efrînê tîne serê milet di rapora Neteweyên Yekbûyî (NY) da cih girt.
Ofîsa Kordînasyona Alîkariya Mirovahî (OCHA) ya NYê di rapora bi sernavê "Rûdanên dawîn ên li rojavayê bakurê Sûriyeyê" di 7ê sibatê weşand da cih da tehdeyên PYD/PKKya rêxistina terorê li milet dike.
Di raporê da hat gotin ku rêxistina terorê bi taybetî li Efrînê bi darê zorê mêran çekdar dike û azadiya wan binpê dike.
Di raporê da wiha hat gotin: "Rêxistin nahêle ku sivîl ji Efrînê derkevin lê hin kesên ne ji Efrînê di 6ê sibatê da ji Ziyarayê derbas bûn û piraniya wan jî yanî ji sedî 90ê wan jî jin û zarok bûn. Rêxistin nahêle ku mêr ji herêmê derkevin û rê li wan digire."
Hat gotin ku di nav kesên li herêmên Efrîn û Îdlibê dijîn ji sedî 10ê wan bê nasname ne û rêxistin jî dest datîne ser belgeyên kesên xwedî nasnameyên berwext in.
Ji ber ku hin herêm ji bo derbasbûnê hatine girtin û kesên berê ji wan herêman veqetîne nikarin xwe bigihînin malbatên xwe û zarok jî ji malbatên xwe dibin û vê yekê jî di raporê da cih girt.