Türkan Tosun
12 Gulan 2020•Rojanekirin: 13 Gulan 2020
CEOyê şirketa Teslayê Elon Musk li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyand her çiqas ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) qedexeya girtina fabrîqe û kargehan hebe jî ewê car din dest bi çêkirina wesayîtên bi ceyranê dixebite bikin.
Elon Musk wiha got: ''Îro ez jî wek her kesî li qadê bim. Heke kesekî bigirin ez dixwazim ew kesê ku wê bê girtin bila ez bim."
Musk demek berê jî bangî rayedarên eyaleta Calîfornîayê kiribû ku bila destûrê bidin wan ku ew dest bi karê xwe bikin.
Musk gotibû heke destûr neyê dayîn ewê şirketa xwe ya li herêma Alamedayê wê bar bike bibin Teksas an jî Nevadayê.