Haydar Şahin
27 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2017
WASHINGTON
Wezîrê Karên Derva yê Emrîkayê Rex Tillerson got îdiayên ku dibêjin ew ê îstifa bike rast nînin.
Wezîr Tillerson beriya hevdîtina bi Wezîrê Karên Derva yê Qeterê Şêx Mûhemmed Bin Ebdurrehman Al Sanî ra pirsên nûçegihanan bersivandin.
Jê pirsîn ku "Tê wek wezîr wezîfeya xwe bidomînî?" li ser vê Tillerson got: "Ez naçim tu ciyekî. Hetanî ku Serok (Trump) bixwaze ez ê li vê derê bim."
Tillerson got têkiliyên wî û Trump nika baş in, îdiayên îstifayê yên ku di nav gel da belav dibin rast nînin.
Pêr di birîfîgê da Heather Nauertê Berdevkê Wezareta Karên Derva ya DYAyê gotibû "Wezîr Tillerson li ser wezîfeya xwe ye û hê karên wan ên ku bên kirin zehf in".
- Hevdîtina Tillerson-Herîrî
Wek mayîn hat ragihandin ku Tillerson beriya Al Saniyê Wezîrê Karên Derva yê Qeterê li wezaretekê bi Serokwezîrê Libnanê Seed Herîrî ra hat ba hev.
Beriya hevdîtina Tillerson û Herîrî derketin ber kamerayan gotin li ser têkiliyên herdu welatan hevdîtineke berfireh û kêrhatî ew ê pêk bînin.