01 Adar 2018•Rojanekirin: 01 Adar 2018
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Alîkarê Sekreterê Giştî yê Berpirsê Karên Însanî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Mark Lowcock got, "Miqamên Tirk destnîşan kirin ku ew dixwazin alîkariya însanî (ji bo Efrînê) bigihînin, em dixwazin bibînin ku ji Şamê konvoyên alîkariyê werin, lê aliyê Sûriyeyê hê qebûl nekiriye."
Lowcock der heqê geşedanên li Sûriyeyê da Konseya Ewlehiyê ya NYê agahdar kir û bal kişand, NY amade ye ku ji 10 herêmên dorpêçkirî û gîhandina wan dijwar e ra alîkariya însanî bişîne, lê digel biryara agirbesta însanî ya KENYê destûra çûyîna wan deran nayê dayîn.
Lowcock diyar kir, digel ku seba Sûriyeyê ji bo 30 rojî biryara agirbestê hatibe dayîn jî li Xûtaya Rojhilatê rewşa însanî bi tu awayî baş nebû, tu texliyeyeke tibî nehat kirin û sivîl ji herêmê derneketin. Lowcock li ser biryara Rûsyayê ya li Xûtaya Rojhilatê "rojê pênc saetan molaya însanî" sekinî û wiha got: "Ne pêkan e ku di nav pênc saetan da konvoya alîkariya însanî were şandin."
Lowcock destnîşan kir ku ji 18ê sibatê heta niha li Xûtaya Rojhilatê ji 580yî zêdetir kes mirin, ji hezarî zêdetir kes jî birîndar bûn.
Lowcock got ku di pevçûnên Îdlibê da sivîl hê dimirin, ji meha berfanbarê heta niha 385 hezar kes ji cî û warê xwe bûn û wiha got: "Birçîbûn û nexweşî wê ji bombeyan zêdetir merivan bikuje."
Lowcock li ser geşedanên Efrînê jî sekinî, PYD/PKKya rêxistina terorê wek "rayedarên herêmê" pênase kir û got ku rêxistin nahêle sivîl derbasî cihên ewletir bibin û wiha dewam kir, "Miqamên Tirk destnîşan kirin ku ew dixwazin alîkariya însanî (ji bo Efrînê) bigihînin, em dixwazin bibînin ku ji Şamê konvoyên alîkariyê werin, lê aliyê Sûriyeyê hê qebûl nekiriye."
Alîkarê Berpirsyarê Karên Siyasî yê Sekreterê Giştî yê NYê Jeffrey Feltman jî got ku du hefte şûnda şer dikeve sala 8an û ew wek civata navneteweyî serkeftî nebûn ku şer bidin sekinandin.
Feltman diyar kir, ew hemû aliyên ku hiqûqa navneteweyî binpê dikin, şermezar dikin û wiha dewam kir: "Hikûmeta Sûriyeyê bi hinceta ku şervanên el-Nusrayê dike hedef, êrîşên eletexmînî dibe ser Xûtaya ku 400 hezar sivîl lê dijîn. Ev bi tu awayî nayê meşrûkirin."