HEWLÊR
Alîkarê Serokê Daîreya Têkiliyên Derva û Berpirsiyarê Maseya Koçê ya Herêma Kurdistana Iraqê Dîndar Zebarî destnîşan kir ku Tirkiyeyê alîkariyeke mezin da penarên li Iraqê û wiha got: "Hikûmeta Tirkiyeyê ji destpêka bûyerên li Iraqê heta niha bi tir û kamyonan alîkariyeke mezin li penaberan kir."
Zebarî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û der barê alîkariya Tirkiyeyê ya li Iraqê, rewşa kampên li Herêma Kurdistanê, pirsgirêkên penaberên ku ji Enbarê revîn Herêma Kurdistanê û jiyana li kampan da axivî.
Zebarî diyar kir piştî tundiya DAEŞê û trajediya li Iraqê dest pê kir, Tirkiyeyê alîkariyeke mezin da penaberan û wiha got: "Hikûmeta Tirkiyeyê ji destpêka bûyerên li Iraqê heta niha bi tir û kamyonan alîkariyeke mezin li penaberan kir. Di mijara Şingalê da jî Tirkiyeyê alîkariya xwe zêde kir. Di nav sînorê Dihokê da gelek kamp hene. Ji xeynî Hikûmeta Kurdistanê, saziyên alîkariyê jî ji bo penaberan hewl dan. Ji ber vê jî Tirkiye yek ji wan dewletan e ku herî zêde alîkariya penaberan kir."
- "Li Herêma Kurdistanê 30 kamp hatin avakirin"
Zebarî diyar kir ku li Herêma Kurdistanê ji bo penaberan 30 kamp hatine vekirin û got wê 5 kampên din jî bên avakirin û wiha dewam kir: "Niha hejmara kesên ku malên xwe terikandin gihêşt 3 milyonî. Ji van milyon û 500 hezar penaber li Hewlêr, Silêmanî û Dihoka Herêma Kurdistanê dimînin. Yên din jî li Kerkûk, Germiyan û herêmên din ên Kurdistanê tên hewandin. Nîvê penaberan di kampan da dimînin. Yên din li bajarên cuda ên Herêma Kurdistanê dimînin. Ji ber şert û mercan di xizmeta kesên di kampan da dimînin kêmasî çêdibin. Bi taybetî jî rewşa zarokan baş nîne. Di warê tenduristî û perwerdeyê da kêmasiyên mezin hene."
Zebarî destnîşan kir ku hikûmeta Iraqê û raya giştî ya navneteweyî divê pêwistiyên penaberan çareser bikin û wiha got: "Heger alîkarî neyê ji mecbûrî em ê deriyan bigirin."
Zebarî diyar kir ku bûyerên tundiyê yên di kampan da zêde dibin û got ev dibe sedema metirsiyê.
- "NY mehê 30 dolar dide malbatan"
Zebarî destnîşan kir ku ji bo lazmatiyên penaberan ên 6 mehan ji Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî 400 milyon dolar xwestine û got heta niha ji sedî 5ê vê alîkariyê hatiye temînkirin û wiha dewam kir: "NY mehê 30 dolar dide malbatan. Ev jî têra tiştekî nake. Hikûmeta Iraqê rewşa penaberan napirse. Herêma Kurdistanê jî zêde nikare li berxwe bide."
Zebarî diyar kir ku ji ber pevçûnên li Enbar û Ramadiyê yên di navbera artêşa Iraqê û DAEŞê da penaber tên Herêma Kurdistanê û wiha xeberda: "Bi rêya hewayê penaberan ji Bexdayê tînin Hewlêrê û ev hefteyeke jî ku dewam dike. Bi sedan penaber ji Enbarê hatin Kurdistanê. Piraniya wan li Hewlêr û li navçeyên Hewlêrê tên bicîkirin."
- "Hêza me ya alîkariyê nemaye"
Zebarî diyar kir ku hatina penaberan a ji Enbarê ji nişkava çêbû û wiha got: "Ji ber vê jî Herêma Kurdistanê ji xeynî tevdîrên ewlehiyê nikare bibe alîkar. Lewra hêza Kurdistanê nemaye ku bibe alîkar."
Zebarî diyar kir ku penaber dixwazin vegerin malên xwe.