KERKÛK
Tirkmen wisa texmîn dikin ku Kerkûk di pêşnûmaya makezagona nû ya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) de wê bikeve bin kontrola rêveberiya Kurdistanê û lê ew dixwazin ku bajarê Kerkûkê bila xwediyê statuyeke taybet be.
Endamê Meclisa Bajarê Kerkûkê û Berdevkê Eniya Tirkmenên Iraqê Elî Mehdî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Wek nûnerê saziyên siyasî yên tirkmenan em bi Serokê Parlementoya Kurdistanê Yûsif Mihemed Sadik re hatin bal hev. Di hevdîtinê de me qala stratejiya bajarê Kerkûkê kir û projeya xwe ya Kerkûka federe pêşkêş kir."
Mehdî diyar kir ku statuya Kerkûkê bi hevdîtin û goftûgoyê feraset ve çareser dibe û wiha pê de çû: "Divê rêyeke ku her kes jê razî be bê dîtin. Projeyeke ku bi zora destê aliyekî bê dayîn bi ser nakeve. Ji ber vê jî ji sala 2006an heta niha em dixwazin ku Kerkûk bila bibe herêmeke federe. Ev ji bo Kerkûkê biryara herî baş û bi kêr e, hemû alî jî ji wê ji vê yekê razî bin."
Endamê Meclisa Bajarê Kerkûkê û Berdevkê Eniya Tirkmenên Iraqê Mehdî destnîşan kir ku di nav kurd û ereban de jî kesên dixwazin Kerkûk bibe herêma federe hene û ji bo xelqê Kerkûkê rewşa xwe tayîn bike 4 sal wext divê ji bo wan bê dayîn.
Mehdî komîsyona ku ji hêla Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) bo amadekirina makezagonê hat amadekirin, ji ber ku di nav 21 kesî de bi tenê tirkmenek cih digire rexne kir û got: "Me ji serokê parlementoyê re got ku divê 2 endamên tirkmen û ji Eniya Tirkmenên Iraqê jî nûnerek cih bigire. Ji bilî vê me xwest ku di Makezagona Kurdistanê de bila mafên siyasî û îdiayên tirkmenan bên nivîsandin û tirkmenî jî wek zimanê fermî bê qebûlkirin. Li gor min partiyên siyasî yên kurd heke demokrasiyê biparêzin û bi tirkmenan re jî pêşerojeke bifikirin lazim e ku ev maf di bin ewlehiyê de bin."
Ji bo têkoşîna bi DAEŞê re jî Mehdî xwest ku bila hêzeke hevkar bê avakirin.