Nihat Kavşut
15 Hezîran 2017•Rojanekirin: 17 Hezîran 2017
KERKÛK
Endamên koma tirkmenan yên li Meclisa Wîlayetê ya Kerkûkê ji ber biryara daliqandina alaya Herêma Kurdistana Iraqê di saziyên dewletê yên li bajêr da, gilî li Dadgeha Îdarî û Destûra Bingehîn kirin.
Elî Mehdiyê Berdevkê Eniya Tirmenan a Iraqê û Endamê Meclisa Wîlayetê ya Kerkûkê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ji ber biryara di saziyên dewletê da daliqandina alaya Herêma Kurdistana Iraqê ji Rêbiwar Talabaniyê Serokê Meclisa Bajêr gilîdar bûne û wiha got: "5 endamên koma tirkmenan yên li Meclisa Bajêr ya Kerkûkê serî li Dadgeha Îdarî û Destûra Bingehîn xistin û îro teblixat gihîşt destê Rêbiwar Talabaniyê Serokê Meclisa Bajêr. Di 3yê Tîrmehê da divê li dadgehê îfade bide."
Mehdî diyar kir kurd li Kerkûkê polîtîkaya emrîwaqiyê dikin û wiha xeberda: "Kurdên ji ber qeyrana alayê guh nedan biryarên Parlementoya Iraqê û Serokwezîr Heyder Ebadî wê guh nedin biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn jî. Li bajêr ji bo hedefên xwe polîtîkaya emrîwaqiyê berdewam dikin."
Elî Mehdî destnîşan kir li Kerkûkê ji bo pêşerojê fikar hene û wiha axivî: "Piştî qeyrana alayê hat rojevê Kerkûk jî tevlî referanduma Herêma Kurdistanê bibe û ev wê bibe sedema pevçûna kurd û tirkmenan. Kurdên xwe ji tirkmenan mezintir dibînin wê di polîtîkaya emrîwaqiyê da bi ser nekevin."
Mehdî diyar kir bi operasyona tê plankirin ji bo rizgarkirina Hawîceya Kerkûkê ya di destê DEAŞa rêxistina terorê da ye dest pê bike îhtimal heye di navbera pêşmerge û artêşa Iraqê da bibe sedema pevçûnan.