Haydar Şahin
11 Gulan 2018•Rojanekirin: 12 Gulan 2018
KERKÛK
Li Kerkûka bajarê Iraqê dema hêzên ewlekariyê li sindoqên elektronîk dengê xwe didan pirsgirêkên elektronîkî derketin ji ber vê Tirkmen û Ereb di fikaran da ne.
Erşet Salîhiyê Serokê Eniya Tirkmenên Iraqê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got, "Dema hêzên ewlekariyê li sandiqên elektronîk dengê xwe didan pirsgirêkên elektronîkî derketin em ditirsin ku di dema dengdayîna giştî jî heman pirsgirêk derkevin û derengî bikevin. Pirsgirêkên wiha ew ê li ser encamênhilbijartinê tesîrên neyînî bihêlin."
Salîhî destnîşan kir ku ji ber van pirsgirêkan bi sedan endamên hêzên ewlekariyê ji heqê dengdayînê mehrûm man.
Wekî mayîn Salîhî diyar kir ku ji bo rayekê biavêjin 5 deqîqe derbas dibe, di hilbijartina sibê da ev ê bibe sedema gerengmayînê.
- "Li herêmên Ereban ray ji partiyên Kurdan ra çûn"
Salîhiyê Serokê Eniya Tirkmenên Iraqê destnîşan kir ku sandiqên hilbijartinê yên elektronîk di dewsa Bexdayê da li Silêmaniyê tên rojanekirin ev dibe sedema şikê û wiha axivî: "Tê dîtin ku li herêmên Kerkûkê yên ku bi piranî Ereb lê dijîn hema bêje tevahiyê rayan ji partiyên siyasî yên Kurdan ra derketin."
Salîhî got piştî lîstikên wiha encama hilbijartina Kerkûkê ew ê rastiya bajêr nîşan nede û dibe ku îstiqrar xirab bibe.
- "Şik li ser karûbarên sandiqên hilbijartinê yên elektornîk heye"
Reqan Seîdê Waliyê Kerkûkê di civîna çapemeniyê da diyar kir ku di dema dengdayîna hêzên ewlekariyê da pirsgirêka ewlehiyê derneket ji ber vê kêfxweş in.
Sedî got ji karûbarên sandiqên hilbijartinê yên elektornîk dikevin şikê, ji bo ku di sîstema qeyda encaman da pirsgirêk dernekeve û heq neyên îxlalkirin jî ji Bexdayê piştgirî xwestin.
Serjimara Iraqê 37 milyon e di hilbijartina 12ê gulanê da jî ji wan 24 milyon kes hilbijêr in û ew ê dengê xwe bidin.
Piştî DEAŞa rêxistina terorê ev cara ewil ku hilbijartin tê kirin, di heman demê da piştî dagiriya Amerîkayê jî ev cara 5an e hilbijartin tê kirin.