Abdullah Tel,Haydar Şahin
10 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2020
Bi milyonan sivîlên rejima Beşar Esed li bakurê Sûriyeyê ew ji cih û warên wan kir, niha jî ji ber astengkirina alîkariyên ku Rûsyayê di Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (KENY) da rê lê girt, ketine nav tirsa xelayê.
Sivîlên ji ber êrîşên rejima Esed û piştgirên wan reviyane û kamxpên li ser xeta sînorê Tirkiyeyê bi ewle dîtine û bi cih bûne niha jî mihtacê alîkariyên mirovahî ne.
Bi milyonan sivîlên ku ji bo wan alîkarî bi tenê ji ser deriyê sînorê Babuselamê yê ser Oncupinara Kilîsê û deriyê sînorê Cîlvegozuyê yê ser Hatayê ya li hemberî Babulhewayê derbas dibû niha ji ber biryara Rûsyayê ya di KENYê da bi xelayî û birçîmanê ra rû bi rû ne.
Sivîlên di kampan da ku piraniya wan ji jin û zarokan pêk tê û di nav halekî perîşan da dijîn û AAyê bi droneyê va dîmenên wan kişand dixwazin ku bila alîkariyên Neteweyên Yekbûyî dewam bikin.

- "Heke rê li ber alîkariyan tên Sûriyeyê bê girtin em ê ji birçîna bimirin"
Ebû Safayê di kampeke konan a li herêma Katmeyê ya nêzî navçeya Ezeza bakurê Helebê dikeve da dijî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew di nav şert û mercên pir zor û zehmet da jiyanê didomînin.
Safa di axaftina xwe da got: "Em kesên li kampan dijîn ji ser medyaya civakî pê hesiyan ku wê Neteweyên Yekbûyî alîkariyên mirovahî rawestîne. Heke rê li ber alîkariyên tên Sûriyeyê bê girtin em ê ji birçîna bimirin. Ji bo tiştek kirînê qeweta tu kesên li kampan dimînin tuneye. Ez ji wan kesên rê li ber hatina alîkariyê dibirin dipirsim. Ev kesên li van deran dijîn gelo qeweta wan heye ku tiştekî bikirin? Qurişek pereyê ku em bikaribin pê nanekî bikirin tuneye. Kesên li vê derê ne ji mecbûrî mal û milkên xwe terk kirin û hatin."
Ji şêniyên kampê Um Mihemeda ku ji ber êrîşên li ser herêma wan hat Îdlibê got ku mêrê wê di êrîşên rejimê da can da û wiha domand: "Mirin li ber pozê me ye. Dema alîkarî neyên jî wê xelayî dest pê bike. Mêrê min di êrîşan da can da û ez tevlî 5 zarokên xwe mame, bes e. Heke alîkarî neyên em ê çi biki?"
Ebû Cemalê li kampê dijî jî got ku li wê derê hewa pir germ e, ne bi tenê nan peydakirina ava paqij jî pir zehmet e û xwest ku bila NY ji ser hemû deriyên ber bi Sûriyeyê va vedibin alîkariyan bigihîne sivîlên mexdûrên şerên navxweyî ne.
- Vetoya Rûsyayê
Li gor biryara KENYyê bi tenê dikarin ji 2 deriyên sînor ên Babuselameya li hemberî Oncupinarê û Babulhewaya li hemberî Cîlvegoziyê ra alîkariyên mirovahiyê ji Tirkiyeyê bibin Sûriyeyê.
NY ji Babulhewayê ra digihîje 2,8 milyon kesên li Îdlibê ji Babuselameyê ra jî digihêje 300 hezar kesên koçî bakurê Helebê kirine.
Ofêsa Kordinasyona Karên Mirovahiyê ya NYyê (OCHA) ji 2 deriyên li Tirkiyeyê ra ji serê salê vir da 1613ê wan ji Oncupinarê ra bi tevahî 8 hezar û 468 konvoyên alîkariyê şand.
Gavên ji bo nûkirina mekanîzmayê hatin avêtin ji ber astenga Rûsyayê ya dibêje alîkariyan ji sînor ra neşînin, di nav Sûriyeyê da bi destûra rejimê belav bikin bi ser neketin.
Rûsyayê di 7ê hezîranê da jî veto kir ku alîkari ji Tirkiyeyê ra neyên şandin. Rûsyayê hetanî nika heman mijar 15 caran veto kir.
Çîna endama daîmî jî mafê xwe yê vetoyê bi kar anî û piştgirî da Rûsyayê.
Rûsyaya pêşnûmaya Almanya û Belçikayê veto kir vê carê jî pêşnûmaya destûrê dide ku ji bo 6 mehan ji Babulhewayê ra alîkariyê bişînin anî rojevê.
Vê carê jî Amerîka, Fransa û Îngiltereyê gotin ku deriyek têra alîkariyê nake û pêşnûmaya Rûsyayê veto kirin.