Islam Doğru
14 Hezîran 2026•Rojanekirin: 14 Hezîran 2026
Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî der barê êrîşên Îsraîlê yên li ser Libnanê da peyamek parve kir.
Serokê Amerîkayê Trump wiha got: "Êrîşa vê sibê ya li ser Beyrûtê, divê di rojeke wiha taybet ya ku em evqasî nêzîkî peymana aştiyê ya bi Îranê ra bûne, neqewimiya."
Trump daxuyand mafê Îsraîlê heye ku xwe li hemberî êrîşan biparêze û wiha dewam kir: "Lêbelê, êrîşa ku bersiv da pir piçûk û bêwate bû, tu kes birîndar nebû û nemir û divê ev pêvajo nehata sekinandin."
Trump anî ziman ew pir nêzîkî peymaneke ku Libnan jî di nav da ya ku wê aştiyê bîne herêmê bûne û got divê Îsraîl li tu devereke Libnanê êdî zêdetir êrîşên din neke.
Trump wiha got: "Ev dikare bibe destpêka aştiyeke dirêj û xweş. Em vê xerab nekin."
Îsraîlê êrîşa hewayî biribû li ser Dahîyeya navçeya Beyrûta paytexta Libnanê û başûrê welêt û di êrîşan da herî kêm 8 kes hatibûn kuştin.