İbrahim Atmaca
29 Mijdar 2017•Rojanekirin: 30 Mijdar 2017
WASHINGTON
Serokê Amerîkayê Donald Trump li Qesra Spî di 20ê rêbendanê da dest bi kar kir û ji wê demê heta meha sermawezê 49 milyar dolarî çek firot.
Li gor daneyên yekeyên peymanên leşkerî yên ku bi Kongreya Amerîkayê ra hatin kirin, ji serokan yê herî zêde çek firotine Trump e.
Li gor daneyan di navbera rêbendan û sermaweza 2017an rêvebiriya Trump nêzî 49 milyar dolarî çekên leşkerî, muhimat û alav firotiye gelek welatan. Par bi qasî 33 milyar dolarî çek hatibûn firotin.
Amerîkayê herî zêde çek firotiye Kanadayê û ji bo vê danûstandinê di meha îlonê da peymaneke 5,2 milyar dolarî bi Kanadayê ra îmze kir.
Dû Kanadayê bi 3,9 milyar dolarî va Behreyn di rêza duyemîn da ye. Di rêza sêyemîn da Erebistana Siûdî heye û Amerîkayê ji 23yê rêbendanê heta niha bihayê 3,6 milyar dolarî çek firotiye Erebistana Siûdî."
Li gor daneyên Kongreyê Barack Obamayê Serokê Amerîkayê yê beriya Trump di nav 8 salên wezîfeya xwe da nêzî 277 milyar dolarî çek firotiye. Salê jî teqrîbî bihayê 35 milyar dolarî çek firotiye.