11 Adar 2017•Rojanekirin: 11 Adar 2017
WASHINGTON
Donald Trumpê Serokê DYAyê û Mehmûd Ebasê Serokê Dewleta Filistînê do êvarê bi têlefonê axivîn û hat diyarkirin ku Trump di axaftina xwe da "fikra xwe ya şexsî anî ziman û got ku aştî mimkun e û dema peymanekî jî hat."
Di daxuyaniya Qesra Sipî da hat diyarkirin ku herdu serok ji bo hêzdarkirina aştiya li Rojhilata Navîn bi teybetî jî bidawîkirina pevçûnên di navbera Îsraîl-Filistînê sekinîn û fikr û ramanên xwe pare vekirin.
Di daxuyaniyê da hat eşkerekirin ku Trump ji bo ziyareta Qesra Sipî Ebas dawet kir û wiha hat gotin: "Serok fikra xwe ya şexsî a ji bo mimkunbûna aştiyê û hatina dema peymanekî anî ziman."
- "Dibê peyman rasterast di navbera herdu aliyan da bê mizakerekirin"
Di daxuyaniyê da hta diyarkirin ku Trump gotiye lihevkirineke di navbera Filistîn û Îsraîlê da bi tenê li ser van herdu dewletan na li ser hemû Rojhilata Navîn tesîrê bike û wiha hat gotin: "Trump got peymana di navbera herdu welatan da dibê raasterast di navbera wan da bê mizakerekirin, DYAyê di vê mijarê da hem bi Filistînê ra hem jî bi Îsraîlê ra bixebite."