Salih Okuroğlu
17 Adar 2025•Rojanekirin: 18 Adar 2025
Serokê Amerîkayê Donald Trump daxuyand ku ew ê sibê bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn ra biaxive.
Trump di balafira ku ji Floridayê diçû Washîngtonê da daxuyanî da rojnamevanan.
Serok Trump wiha got: "Em ê bibînin ku heta roja sêşemê tiştekî me yê ku divê em ragihînin heye an na. Ez ê roja sêşemê bi Serok Putîn ra biaxivim. Di dawiya hefteyê da gelek xebat hatin kirin. Em dixwazin bibînin ku ka em dikarin vî şerî biqedînin an na."
Trump herwiha got ew û Putîn wê li ser "ax" û "santralên vejenê" jî biaxivin.