Haydar Şahin
27 Adar 2018•Rojanekirin: 28 Adar 2018
BEXDA
Yalman Hacerogluyê Midûrê Giştî yê Televizyona Turkmeneliyê ya ku li Kerkûka bajarê Iraqê weşanê dike der barê dîmenên ku li Şengalê hebûna PKKya rêxistina terorê nîşan didin da got, "Armanca me ew e ku rastiyan derxin holê û vê jî nîşanî hin rayedarên Iraqê yên ku bi gotina Tirkiyeyê bawer nakin, bidin.
Turkmenelî TVyê dîmenên kampên PKKya rêxistina terorê yên li Şengala navçeya Mûsilê kişand û di weşana xwe da agahiyên li ser hebûna rêxistinê ya li Şengalê û hejmara terorîstan da.
Hacerogluyê Midûrê Giştî yê Televizyona Turkmeneliyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di nav şert û mercên zor da dîmen kişandin û hûrgiliyên li ser rêxistina terorê dan.
Haceroglu destnîşan kir ku xebatên PKKyê yên li Şengalê ji raya giştî tên veşartin û wiha got: "Min bi hevalekî xwe yê kameraman ra li ser kişandina dîmenên PKKyê yên li Şengalê xeberda û wî qebûl kir. PKKyiyên li Şengalê qasî saetekî pirs ji kameramanê me pirsîn û destûr dan ku dîmenan bikişîne."
- "Armanca me nîşandana rastiyê bû"
Haceroglu got hin rayedarên Iraqê dibêjin ku bawer nakin PKK li Şengalê hebe, ji bo ku hebûnê nîşan bidin tev geriyan û wiha pê da çû:
"Armanca me ewil ew bû ku raya giştî ya Iraqê agahdar bikin. Dema Tirkiyeyê got, 'Li Şengalê PKK heye' hin rayedarên Iraqê nexwestin bi vê gotinê bawer bikin me jî got ku vê nîşanî wan jî bidin. Piştî xebera me ya li ser PKKyê gelek rayedarên Iraqê bi hebûna rêxistina terorê hisiyan û bûn xwedîagahî."
Haceroglu diyar kir ku li Şengalê pîneyên PKKyê û alaya Iraqê bi hev ra hatibûn dardakirin û ya balkêş jî ev bû.

- Piştî dîmenên me rayedarê Iraqê hebûna PKKyê ya îtiraf kir.
Heceroglu destnîşan kir ku cara ewil dîmenên kampên PKKyê yên li Şengalê hatin kişandin, terorîstekî li wê derê di hevpeyvînê da got ku hejmara wan 3 hezar e û gelek misteşarên leşkerî perwerdeyê didin wan.
Hacergotlu got, "Me dîmenên ku kişandibû bi Erebî û Tirkî weşand. Vê di medyaya Iraqê da ciyekî berfireh girt. Piştî dîmenên me Serokê Meclisa Mûsilê hebûna PKKyê ya li Şengalê îtiraf kir."
Haceroglu bal kişand ku berî jî dîmenên PKKya rêxistina terorê yên li Kerkûkê û başûrê bajêr kişandibûn û weşandibûn, di nav şert û mercên zor da ev kara kiribûn û paşê gelek caran hatibûn tehdîdkirin.
- "PKKyî vekişiyan Xanesûrê"
Hacerogluyê Midûrê Giştî yê Televizyona Turkmeneliyê wiha axivî: "Li gor agahiyên ku me ji çavkaniyên xwe yên li Mûsilê sitandin, teorîstên PKKyî yên ku ji herêmê vekişiyan derbasî Xanesûra herêma li sêparsûya sînorê Iraq-Sûriye-Tirkiyeyê bûn. Dîsa çavkaniyên me gotin ku avahiya navenda operasyonan a rêxistina terorê ya li Şengalê hê disekine û terorîstên tê da jî li wê derê ne."