WASHINGTON
Serokê DYAyê Barack Obama di civîna pêşengên leşkerî yên welatên koalîsyonê de diyar kir, di mijara têkoşîna li dijî DÎŞIyê de biryar dan ku ev mesele bi tenê ne kampanyayeke leşkerî ye û wiha dewam kir: "Li hemberî me artêşeke klasîk ya ku em bikaribin li meydanê pê re şer bikin, têk bibin û bi tevahî teslîmî me bibe tuneye. Li herême gelek mezhep û fikrên siyasî hene û li ser wan fikran jî gelek rêxistinên cûda hene. Em li dijî wan jî têdikoşin."
Li Washington a paytextê DYAyê pêşêngên leşkerî yên 21 welatên koalîsyonê di bin serokatiya Serokê Sererkaniya DYAyê General Martin Dempsey de ji bo têkoşîna li dijî DÎŞIyê hatin bal hev. Tirkiye, Iraq, welatên ereb û ji seranserê dinyayê 20î zêdetir welatên NATOyê jî tevlî civînê bûn e
Serokê DYAyê Obama jî beşdarî civînê bû û destnîşan kir ku heta niha nêzî 60 welatî bi awayekî be jî piştgirî dan êrîşên li dijî DÎŞIyê û wiha dewam kir: "Me heta niha gelek serfirazî bidest xist. Rê li pêşdeçûyîna DÎŞIyê ya li Hewlêrê girtin. Li Şengalê gelek sivîl ji qirkirinê hatin xelaskirin. Li giştiyê Iraq û Sûriyeyê şervan û hedefên DÎŞIyê ji holê rakirin."
Di berdewamiya axaftina xwe de Obama got ku ew li derdora Ambera Iraqê têkoşîna xwe didomînin û li Sûriyeyê jî ji ber rewşa Kobanêyê û derdora wê di nav fikarê de ne ji ber vê jî êrîşên hewayî yên li dijî DÎŞIyê dê bidomînin.
Obama bal kişand ser alîkariya mirovahiyê û qeyrana mirovahiyê ya ku hê jî didome û destnîşan kir ku Tirkiye, Libnan û Urdun ev çend salin di bin barekî giran de ne.
Li gor agahiyên ku hatin civîna pêşengên leşkerî yên welatên koalîsyonê ku li Washîngtonê tê kirin dê hetanî çend rojan bidome.