Haydar Şahin
29 Mijdar 2017•Rojanekirin: 29 Mijdar 2017
WASHINGTON
Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Rex Tîllerson got: "Em wek mitefîqekî xwe yê NATOyê ji Tirkiyeyê dixwazin ku parastina hevpar a îtifaqê hilde pêşiyê. Îran û Rûsya nikarin feydeyên aborî û siyasî yên ku civaka Rojavayî dide civaka Tirkiyeyê bidin."
Tîllerson beşdarî panela ku li Wîlson Centera saziya fikr û ramanan a li Washingtonê hat lidarxistin bû, ji polîtîkayên derva yên Amerîkayê hetanî têkiliyên Tirkiye-Amerîkayê di gelek mijaran da daxuyanî da.
Tîllerson bal kişand ku Tirkiye mitefîqekî girîng e û wiha axivî: ""Em wek mitefîqekî xwe yê NATOyê ji Tirkiyeyê dixwazin ku parastina hevpar a îtifaqê hilde pêşiyê. Îran û Rûsya nikarin feydeyên aborî û siyasî yên ku civaka Rojavayî dide civaka Tirkiyeyê bidin."
- Çavtirsiya ji bo Îranê
Tîllerson got ji bo Sûriyeyê girîngiyê didin ser pêvajoya mizakereyên ku navenda wan pêvajoya Cenevreyê ye, carekê dîsa dibêjin pozîsyona wan ew e ku di pêşeroja welêt da rola Beşar Esed tune.
Tîllerson destnîşan kir kir Îran li Sûriye û Iraqê tesîra tevliheviyê dihêle û bal kişand ku "Li dijî Îranê li benda piştgiriya welatên Ewropayê ne".