Muhammet İkbal Arslan,Tolga Akbaba
26 Sibat 2026•Rojanekirin: 27 Sibat 2026
Tûra sêyem a mizakereyên nukleerî yên Amerîka-Îranê yên bi navbeynkariya Umanê, li bajarê Cenevreyê yê Swîsreyê dest pê kir.
Li gorî çapemeniya Îranê hevdîtinan bi dema herêmî di saet 09.00an da dest pê kir.
Hevdîtinên Amerîka-Îranê yên ku bi navbeynkariya Umanê bi rêya peyaman bi awayekî nerasterast tên kirin, li rezîdansa Balyozxaneya Umanê ya li Cenevreyê tên kirin.
Di hevdîtinan da Ebas Eraqçiyê Wezîrê Karên Derva yê Îranê serokatiya heyeta Îranê dike û Steve Witkoffê Nûnerê Taybet ê Donald Trumpê Serokê Amerîkayê yê Seba Rojhilata Navîn jî nûnertiya Amerîkayê dike.
Di heyeta Amerîkayê da her wisa Jared Kushnerê şêwirmendê Trump jî heye.
Her wiha hevdîtin di kordînasyona Bedr bin Hamid el-Bûseîdiyê Wezîrê Karên Derva yê Umanê da tên meşandin.