Haydar Şahin
21 Adar 2018•Rojanekirin: 22 Adar 2018
VAN
Tûrîstên ji Îranê ji bo ku betlaneya newrozê ya li welatê wan 13 rojan dewam dike li Tirkiyeyê derbas bikin ji Deriyê Sînor ê Kapikoyê ra hatin Wanê.
Tûrîstên ji Îranê yên ku her sal di betlaneya Cejna Newrozê da tên Tirkiyeyê îsal jî Wan tercih kirin.
Welatiyên Îranê "Festivala Danûstandinê ya Wanê" (Van Shopping Fest) wekî firsendê dibînin û têra dilê xwe amûran dikirin, li otêlan jî qerebalixî heye.
Hin tûrîstên ji Îranê li bajêr dimînin hinekên wan jî derbasî Antalyayê û bajarên din ên Tirkiyeyê dibin.
Ji ber qerebalixiya rêwiyan a li Balafirgeha Ferît Melen a Wanê 8 seferên zêde hatin amadekirin.
- Esnaf ji qerebalixiyê memnun e.
Reşat Yeşîlagaçê rayedarê oteleke li Wanê go ji bo tûrîstên ji Îranê hemû amadehiyên xwe temam kirin.
Yeşîlagaç destnîşan kir ku esnaf ji qerebalixiyê memnun e û wiha axivî: "Otêlên li bajêr hema bêje ji sedî sed tijî bûn. Xêncî otêlan, otêlên apart û daîreyên rojane tên kirêkirin jî hene. Esnaf ji ber vê kêfxweş in. Her sal hejmara tûrîstên ku tên bajêr zêde dibe. Ev jî tê wê meneyê ku ji Wanê memnun in."
Yeşîlagaç destnîşan kir ku di betlaneya newrozê da qezenca esnafên bajêr zêde dibe û dibê hemûyê Wanê ji bo tûrîstên ji Îranê bi hev ra bixebite. Yeşîlagaç wiha pê da çû: "Festîvala me hê dewam dike. Dibê festîval hinekî dîsa were berfirehkirin. Wek mînak sitranbêjên ji Îranê dikarin li vê derê konserê bidin. Bi vî awayî festivalê dewlemend be û balê bikişîne."
Ercan Tarhanê xwediyê dikanekê jî got ku tûrîstên ji Îranê ji bo aboriya Wanê girîng in û wiha axivî:
"Sala par 500 hezar tûrîst ji Îranê hatibûn Tirkiyeyê. Her tûrîstek parçe eşya bistîne ev dixe 500 hezar parçeyî. Her tûrîstek di odeyeke otêlekê da bimîne ev dixe 500 hezar odeyî. Ji ber vê ev ji bo aboriya bajêr zehf girîng e. Mezinên me yên dewletê di vê mijarê da çi lazim dike amade kirine. Em jî wek esnaf karê ku dikeve ser milên xwe dikin."
Zehra Bayîsa tûrîsta ji Îranê jî bi bîr xist ku Wanê nêzîkî welatê wan e û wiha got: "Ji bo dîtina Behra Wanê, danûstandin û konseran em hatin Wanê. Em ê bi kêfxweşî dema xwe derbas bikin. Esnafê Wanê bi me ra eleqedar dibin."