ANKARA
Pêşnûmaya zagonê ya ku di Zagona Bingehîn a Perwerdeya Neteweyî û di hin rêziknameyên ku di hukmê zagonê de ne guherandin û verastkirinê dike, di Lijneya Giştî ya TBMMyê de hat pejirandin.
Li gor zagonê:
- Navendên etudên xwendekaran û dersxane dê heta 1ê îlona 2015an bikaribin karê xwe bikin û dê heta sala hîndekarî û perwerdeyê ya 2018 û 2019an jî bibin dibistanên taybet.
- Berpirsiyariya Endamên Telîm û Terbiyeyê, alîkarê musteşar, serokên komî yên înşeat û emlakan û midûrên bajêr piştî verastkirin hat îlankirin dê bi dawî bibe.
- Personelên di dersxaneyan de dixebitin bêyî şertê KPSSyê piştî ku di ezmûna devkî de bi ser kevin dê wek mamoste bên tayînkirin.
- Piştî ku veguherîn temam bû dibistanên ku şert û merc pêk neanîne dê destûra wan a vekirina dibistanê were betalkirin.