Elif Orhan
17 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2017
KERKÛK
Hat ragihandin ku Arîkarê Walî Rakan Seîd wekî waliyê nû tayînê bajarê Kerkûkê kirin.
Waliyê nû Seîd di civîna çapemeniyê ya ku li avahiya walitiyê de hat kirin de daxuyanî dan û got ku "Hikûmeta navendî ya Bexdayê ji îro pê ve ez tayînê peywira walîtiya Kerkûkê kirim. Ji bo ku jiyana li bajêr dîsa normalîze bibe ez wek walî peywira hewcedar hildigirim ser xwe."
Seîd diyar kir ji bo ku ewlehiya Kerkûkê bê pêkanîn dê bi hemû hêza xwe bixebitin û got, "Li vî bajarê ku em Serokatiya Komîsyona Ewlehiyê ya Kerkûkê jî bi rê ve dibin, emê ewlehiyê bi piştgiriya hikûmetê pêk bînin."
Seîd destnîşan kir ji bo ku jiyan normalîze bibe dê hemû pêngavên hewcedar bên avêtin û wiha axivî: "Hemû sazî û dezgehên dewletê yên li bajêr dê teqez mesaiyên xwe bikin û li dibistanan jî dê perwerde berdewam bike."
Waliyê nû Seîd bal kişand ku ji ber operasyonê gelek malbatan bajêr terikandin û got ji bo ku hemû malbatên ku Kerkûk terikandin vegerin bergiriyên hewcedar hatin sitandin.
Parlementoya Iraqê Necmeddîn Kerîmê Waliyê berê di 14ê îlonê roja pênşemê bi pirdengiyê ji peywir dûr xistibû.
- "Li Kerkûkê dê tenê alaya Iraqê bê daliqandin"
Ji aliyê din ve Fermandarê Operasyonên Hevpar Elî Umran jî di daxuyaniya xwe de got ku "Peywira me ya ewil û tekane ya vir pêkanîna ewlehiya bajêr e. Bêyî ku tu komên mezhebî û etnîk binêrin em ji ewlehiya canê hemû wekatiyên Iraqê berpirsyar in."
Umran got "Ev hêza ku dawiya DEAŞa rêxistina terorê ya ku rêxistina herî bêrehm a van demên dawî ye anî ji bo piştgiriya gelê Kerkûkê û birêvebiriya herêmî hat vir."
Umran destnîşan kir ku dê li Kerkûkê ji bilî alaya Iraqêdê tu alayên ku komên etnîk û mezhebî temsîl dikin neyên daliqandin û got ku "Wekî li bajêrên din ên welêt dê li Kerkûkê jî tenê alaya Iraqê bê daliqandin."