Türkan Tosun
09 Gulan 2017•Rojanekirin: 09 Gulan 2017
CAKARTA
Waliyê xiristiyan yê Cakartaya paytextê Endonezyayê Basukî Tjahaja Purnama yê ku wek "Ahok" tê binavkirin, di doza ji ber ku heqaretê Îslamê dike dihat darizandin de 2 sal cezayê hepsê xwar.
Doza Ahok a ku ji ber sedema heqaretê dînê Îslamê dike 5 meh berê hatibû vekirin, îro gihîşte encamê.
Dadgehê 2 sal cezayê hepsê da Ahok.
Hat ragihandin ku Ahok wê serî li temyîzê bide da ku ji vî cezayî xilas bibe.
Walî Purnama eslê xwe ji Çînê ye û piştî 50 salan cara ewil e ku waliyekî xiristiyan di sala 2014an de li Cakartayê bûye walî.
Purnama par di meha îlonê de di axaftineke xwe de behsa sûreya Maîdeyê ayeta 51emîn kiribû û gotibû "hin kes ji Qur'anê behsa hin ayetan dikin û ji gel re dibêjin ku wî hilnebijêrin. Ev tevger mirovan dixe şûna ehmeqan."
Ji ber vê axaftina wî ew hatibû sûcdarkirin ku heqaretê Îslamê dike, protesto hatibûn kirin.
Di hilbijartinên herêmî yên îsal de Ahok ji bo walîtiya Cakartayê bûbû namzed û ji ber rexneyan ji misilmanan efû xwestibû.
Di tura duyemîn a hilbijartinan de Ahok ji sedî 42,04, namzedê misilman Anîs Raşîd Basvedan jî sedî 57,96 ray girtibû. Li gor encamên fermî Ahok têk çû û divê di meha cotmehê de wezîfeyê dewrî Basvedan bike.