Türkan Tosun
24 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2017
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Raportora Taybet a Mafê Xurek a Neteweyên Yekbûyî (NY) Hîlal Elverê daxuyand ku li herêmên şer lê hene birçîbûn û nexweşî ji pevçûnan zêdetir dibe sedema mirinan û wiha got: "Bi zanetî rê li ber xurek û alîkariya xurek girtin sûcê şer e."
Elverê li Navenda Neteweyên Yekbûyî civîneke çapemeniyê li dar xist û der barê rapora salane ya ku pêşkêşî Lijneya Giştî ya NYyê kiriye de agahî da.
Elver got di dîroka NYyê de îsal dinya bi felaketa herî mezin a mirovahiyê re rû bi rû maye û wiha axivî: "Somalî, Sûdana Başûr, Nîjerya û Sûriyeyê 20 milyon însan bi xelayê re rû bi rû mane."
- "Divê birçîbûn wekî çeka şer neyê bikaranîn"
Elverê anî ziman li giştiyê dinyayê 815 milyon kes kêm xwarinê dibînin û gelek welat guh nadin berpirsyariyên xwe yên qanûnî û wiha dewam kir: "Li herêmên şer lê hene birçîbûn û nexweşî ji pevçûnan zêdetir dibe sedema mirinan. Bi zanetî rê li ber xurek û alîkariya xurek girtin sûcê şer e. Xwarin ji bo hemû însanan mafekî mirovî ye û divê wek çekê şer neyê bikaranîn. Yên ku bi kar tînin jî divê li Dadgeha Cezaya Navneteweyî bên darizandin."
Elverê bal kişande li ser rewşa Arakanê û got birçîbûn gihîştiye asteke bitaluke û divê civaka navneteweyî bilez tiştekî bike, heke neke rewş wê bêtir xirab bibe.