LOS ANGELES
Zêdetirî 15 hezar hilbijêrên ku qeyda wan li Serkonsolosxaneya Los Angelesê ya li DYAyê heye dest bi dengdayînê kirin.
Hilbijêrên ji 12 eyaletên cuda yên ku dikevin nava herêma Serkonsolosxaneyê ji bo ku dengên xwe bidin, li gorê herêmê ji saet 10.00ê û şûnde hatin Serkonsolosxaneya li Los Angelesê. Li vir welatiyan di çavdêriya nûnerên serkonsolosxane û partiyên siyasî de raya xwe avêtin du sandoqên amadekirî.
Li vir hat dîtin ku eleqeya hilbijêran a ji bo hilbijartinê zêde ye û herwisa ji bo ku dengê xwe bidin welatî ji San Francisco û bajarên din wekî komî bi otobêsan hatin Los Angelesê.
Welatî Serdar Onal raya xwe wekî ya ewil avêt sandoqa 2Ayê. Onalê ku ber destê sibehê hat serkonsolosxaneyê di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de wiha xeberda: "Ez wisa difikirim ku ji bo dêmokrasiyê beşdarî pir muhîm e, ji ber vê çendê niha ez li vir im. Ji bo ku ez dengê xwe bidin ez ji San Franciscoyê rabûm û hatim vir. Di hilbijartina serokomariyê de jî ez hatibûm, lê wêçaxê ji ber sîstema randevûyê berşdarî kêm bû. Vê carê wextekî dirêj heye, hilbijêrê bikaribin seranserê du hefteyan werin û dengê xwe bidin. Ez hêvîdar im ku gelek welatî dê wekî min werinî û dengê xwe bidin. Hêsaniya dengdayîna bi vî rengî, xaseten bala hevalên min ên biyanî dikşîne. Dibêjin ku ew xwedî derfetên wiha nînin û vê pergalê tebrîk dikin. Ez jî wekî kesekî derveyê welat ji bo pêşkêşkirina vê derfetê sipasiyên xwe tînim ziman."
Dengdayînê heya 31ê gulanê di navbera saet 10.00 û 19.00an de dewam bike. Di rojên nava hefteyê de sandoqekê û di dawiya hefteyê de jî dê du sandoq ji bo dengdayîna welatiyan amade bin.