Muhammet Kurşun
03 Adar 2017•Rojanekirin: 03 Adar 2017
ANKARA
Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê, li ser şerê di navbera Leşkerê Roj û rêxistina terorî PKK/YBŞyê de li Şengalê diyar kir ku parastina Herêma Kurdistanê wezîfeya Pêşmerge ye û ew ji bo vê talîmatê ji kesî wernagirin.
Berdevkê Wezareta Pêşmerge Helgurd Hîkmet, di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand ku hêza Pêşmerge di nav sînorên Herêma Kurdistanê de bi awayekî azad hereket dike û hêzên xwe li deveran bicih dike.
Hîkmet bi tundî rexneya helwesta rêxistina terorî PKKyê kir û cih da van îfadeyan:
"Em ji bo tevgerên Pêşmerge destûrê ji kesî wernagirin. Pêşmerge wezîfeya xwe ya parastina Kurdistanê bicî tîne. Merameke Pêşmerge ya şer tuneye. Em naxwazin li herêmê şer û pevçûn rû bide."
Hîkmet der barê gengeşiya li Şengalê de jî wiha agahî dan:
"Êvara roja 2.3.2017an Hêza Pêşmerge li sînorê nahiyeya Sinûnê, hewl dida ku pêvajoya guherîna cihê yekîneyên xwe bimeşîne. Lê grûbeke ser bi PKKyê ve rê li ber wan girt. Piştre jî grûbên ser bi PKKyê ve gulle berdan Pêşmerge."
Hîkmet wiha dewam kir:
"Em wek Wezareta Pêşmerge radigihînin ku Hêza Pêşmergeyê Herêma Kurdistanê, ku derê bixwaze azad e ku li wê derê bicih bibe û cih biguherîne. Ji bo vê yekê destûrê ji kesî wernagire. Pêşmerge wezîfeya xwe ya parastina Kurdistanê bicî tîne. Merameke Pêşmerge ya şer tuneye. Em naxwazin li herêmê şer û pevçûn rû bide."