Mustafa Deveci
22 Gulan 2023•Rojanekirin: 23 Gulan 2023
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu daxuyand ew bendê ne ku Amerîka failên êrîşa dijî Turkeviya li New Yorkê bilez tesbît bike û nûnertiyên Tirkiyeyê yên dîplomatîk biparêze.
Çavuşoglu li ser hesabê xwe yê Twitterê der barê êrîşa dijî Turkeviyê ya li New Yorkê da daxuyaniyek weşand.
Wezîr Çavuşoglu êrîşa ku hatiye kirin wek êrîşeke nemerd nirxand û wiha got: "Em bendê ne ku DYA failên êrîşê bilez tesbît bike û wek welatê xwediyê malê nûnertiyên me yên dîplomatîk bi parastina ku hewce dike va biparêze. Ez hempîşeyên xwe yên pêvajoya hilbijartinê di serî da her cure xizmetê bi dilsozî didin ra dibêjim derbasî be."