Bekir Aydoğan
26 Îlon 2026•Rojanekirin: 26 Îlon 2026
Hat îdiakirin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump pêşniyara Îranê ya agirbesta ji bo 7 rojan red kiriye û tê nirxandin ku piştî hilbijartina navberê êrîşên dijî Îranê dîsa bidin destpêkirin.
Li gor nûçeya rojnameya Wall Street Journalê (WSJ) ku agahî ji rayedarekî Amerîkayê hatine hildan û nav nehatiye eşkerekirin, Trump difikire ku piştî hilbijartina navberê ya di meha Mijdarê da êrîşên dijî Îranê dîsa bide destpêkirin.
Di nûçeyê da li gor agahiyên ku ji çavkaniyên Amerîkayê hatine hildan, hat îdiakirin ku Trump pêşniyara Îranê ya agirbesta ji bo 7 rojan red kiriye û ji alîkarên xwe ra gotiye ku piştî hilbijartina navberê êrîşên dijî Îranê dîsa bidin destpêkirin.
Wezîrê Karên Derva yê Îranê Ebas Eraqçî gotibû ku ji bo Tengava Hurmuzê ji keştiyan ra vebe bi rêya navbeynkaran ji Amerîkayê ra agirbesteke ji bo 7 rojan pêşniyar kirine û biryar di destê Washîngtonê da ye.