Elif Gültekin Karahacıoğlu
29 Nîsan 2026•Rojanekirin: 29 Nîsan 2026
Hat îdiakirin, Donald Trumpê Serokê Amerîkayê telîmat da şêwirmendên xwe ku ji bo dorpêçeke demdirêjtir a deryayî ya dijî benderên Îranê, amadekariyê bikin.
Li gorî nûçeya ku rojnameya Wall Street Journalê (WSJ) spart jêderên Amerîkayî yên hay ji mijarê hene, Trump biryar sitand ku zexta dijî dahatên petrolê û çavkaniyên îqtisadî yên Îranê bidomîne da ku rêveberiya Îranê ji bernameya xwe ya nukleerê bi paş da gav bavêje.
Rayedaran destnîşan kir ku Trump telîmat da şêwirmendên xwe ku ji bo dorpêçeke demdirêjtir a deryayî ya dijî benderên Îranê, amadekariyê bikin da ku Tehran tawîzên nukleerî yên ku demeke dirêj e red dike, qebûl bike.
Rayedaran her wiha diyar kir ku Trump vebijêrkên jinûva destpêkirina êrîşên asîmanî yan jî vekişîna bi temamî ya ji pevçûnan li gorî domandina dorpêça heyî bi rîsktir e û lewma Serok di hevdîtinên dawîn da ew yek tercih kir ku trafîqa deryayî ya ber bi benderên Îranê sînordar bike û îxracata petrolê di bin zextê da bihêle.
Di nûçeyê da her wisa hat balkişandin ku hin kesên nêzîkî Trump jê ra pêşniyaz kirin ku zexta dijî Îranê bidomîne.