NEW YORK
Li Philadelphiaya bajarê DYAyê dê afîşên dijî Îslamê li ser otobêsên ku xelk lê siwar dibin, bizeliqînin.
Ucreta reklamê ji aliyê Înîsiyatîfa Parastina Azadiyan a Amerîkayê (AFDI) ya ku li DYAyê yek ji rêxistineke nêzî Îsraîlê ye ve tê dayîn. Afîşên dijî Îslamê dê li Philadelphiaya bajarê DYAyê mehekê li ser 84 otobêsên ku xelk lê siwar dibin, bimînin. Afîş di xwe de peyamên ku di navbera Îslamê û îdeolojiya Naziyan de têkiliyan çêdikin, dihewînin.
Di afîşekî de Mele Mihemed Emîn el-Huseynî yê Filîstînî bi Adolf Hîtler re sohbet dike û di bin de jî wiha dinivîse: "Di Îslamê de dujminiya Cihûyan, di Qur'anê de derbas dibe."
Mûdiriyeta Ragihandina Başûrê Pensîlvanyayê (SEPTA) ya ku li bajêr fealiyeta ragihandina giştî dike pêşiyê li hember dertê, lê bi biryara dadgheke federal a li eyaleta Pensîlvanyayê ve hukmê zeliqandina afîşan a li rûyê otobêsan tê dayîn. Dadger Mitchell S. Goldberg di biryara xwe ya 11ê adarê de qampanya di çarçoveya azadiya îfadeyê de nirxand û destûra zeliqandina aîşan da.
SEPTAyê daxuyand ku dê li hemberê biryara dadgehê dernekevin û dê di nava vê hefteyê de afîşan li rûyê otobêsan bizeliqînin.
Yek ji komeleyeke sereke ya Misilmanan a li DYAyê Konseya Têkiliyên Amerîkan û Îslamê (CAIR) diyar kir ku ev biryar li dijî Îslamê ye û dibe ku bibe sedema dijayetiya Misilmanan.
Serokê şaxa Philadelphiayê yê komeleyê Jacob Bender di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de destnîşan kir ku misilmanên li bajêr ji ber vê geşedanê aciz û bifikar in.
Bender diyar kir heke ku Neonaziyan li dijî Cihûyan afîş amade kiribûna dê teqez destûr nedana ku bi otobêsan bizeliqînin û wiha domand:
"Li DYAyê gelek kes hene ku herdem bi fealiyetên xwe yên propagandayê ve dixwazin bidin nîşan ku misilman bêwefa, alîgirê şidetê, dujminê mafê jinan û Cihûyan in. Peywira me jî ew e ku em gel hişyar bikin û ji wan re bêjin ku ev hemû derew in û hewlên reşkirina Îslamê ne."
Ji hêla din li gorî nûçeyên ku di çapemeniya herêmî de cih girtin AFDIyê ji bo ku afîş bi otobêsan ve werin zeliqandin 30 hezar dolar ucreta reklamê da SEPTAyê.