Nihat Kavşut
20 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 21 Cotmeh 2017
YOZGAT
Alîkarê Serokwezîr Bozdag: "Wêneyê ku li wir derket holê gotinên Amerîkayê yên heta niha derew derdixe. Rêxistina terorê digel gotinên Amerîkayê ku digot 'em bi terorîstan ra hevkariyê nakin, li wir terorîst tunene û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) heye dibêjin em li vir in û derew derdixin."
Bekir Bozdagê Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê li Sorguna navçeya Yozgatê pirsên rojnamevanan yên derheqê rojevê da bersivand.
Alîkarê Serokwezîr Bozdag ji bona PKK/PYDyê li Reqayê posterê Ocalanê serekê PKKyê daliqand wiha got: "Wêneyê ku li wir derket holê gotinên Amerîkayê yên heta niha derew derdixe. Rêxistina terorê digel gotinên Amerîkayê ku digot 'em bi terorîstan ra hevkariyê nakin, li wir terorîst tunene û HSD heye dibêjin em li vir in û derew derdixin. Rewşa derket holê nîşan dide HSD û PKK, PYD û YPG yek in. Ev xeletiyeke mezin e. Ev zirareke mezin dide têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê. Hêvî dikim Amerîka li hember vê rewşê polîtîkaya xwe raçav bike û ji xeletiyê vegere."
Bozdagê Alîkarê Serokwezîr der barê hevdîtina vîzeyê ya di navbera heyeta tirk û amerîkiyan da wiha axivî: "Balyozxaneya Enqereyê ji ber ku agahiyeke kêm an jî şaş da me di navbera Tirkiye û Amerîkayê de pirsgirêkeke wiha derket holê. Ev hevdîtîna ku li Enqereyê çêbû bû sedem ku herdu alî der barê rastiya bûyerê de agahiyê bidin hevdu. Baş derbas bû, herdu aliyan der barê encamên hevdîtinê de agahî dan hikûmetên xwe û ji bo vîneke nû pêk bînin ji hevdu veqetiyan. Em hêvî dikin ku di demeke kin de ev pirsgirêk bê çareserkirin."