Faruk Hanedar
26 Mijdar 2025•Rojanekirin: 26 Mijdar 2025
Hat ragihandin ku di çarçoveya peymana agirbesta li Xezeyê û pevguherîna dîlan da termê dîlekî din radestî ekîbên Xaça Sor a Navneteweyî (ICRC) kirin.
Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê da hat diyarkirin ku ekîbên Xaça Sor darbesta term tê da bû teslîm hilda.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku "Li gor agahiya Xaça Sor da darbesta dîlê mirî hat teslîmkirin û tînin yekîneyên artêşa Îsraîlê yên li Xeta Xezeyê."
Tê payîn ku termê ji bo tesbîtkirina nasnameyê bibin saziya tibê edlî û pişt ra xeberê bidin malbata wî.
Heke piştî otopsiya dê ji hêla Îsraîlê va bê kirin bê piştrastkirin ku term yê yek ji dîlan e dê ji 28 termên dîlan bi tevahî termê 26 dîlan haitbe teslîmkirin û termê 2 dîlan li Xezeyê bimîne.
Heta teslîmkirina termê îro li Xezeyê termê 2 Îsraîliyan û Taylandiyekî mabûn.