03 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 10 Cotmeh 2016
BOGOTA
Xelkê Kolombiyayê peynama aşitiyê ya di navbera hikûmet û Hêzên Çekdar ên Şoreşgerên Kolombiyayê (FARC) da pesend nekir.
Hikûmetê peymana ku hefteyek berê bi FARCê ra îmze kiribû, pêşkêşî raya gel kir, lêbelê di referandûmê da bi ferqeke hindik dengê "nexêr" derket.
- Ji sedî 50,24 xelkê got "nexêr"
Piştî girtina sandoqan 2 saet şûnda encamên ne fermî hatin ragihandin û li gorî vê, nêzîkî 13 kolombiyayî beşdarî referandûmê bûn û jê ji sedî 50,24î got "nexêr". Piştî ragihandina encaman, gelek kolombiyayiyên ku kampanyaya "na" dimeşandin, şa bûn.
Peymana ku di navbera hikûmet û FARCê da hatibû îmzekirin dê dawî li pevçûnên 52 salan ên di navbera hêzên ewlekariyê û gerîlayên FARCa Marksîst-Lenînîst bianiya. Li gorî peymanê FARCê çek dayniya û tevî pergala siyasî bûya.
Dihat gotin ku xelkê gundnîşîn li hemberî peymanê ye
Beriya referandûmê anketan dengê "erê" wekî ji sedî 66 didan nîşan. Lê herwisa dihat destnîşankirin ku anket li bajarên mezin tên kirin û li deverên gundnîşîn ku bi taybetî şideta FARCê li van deran rû dabû, xelk li hemberî peymanê ye.
Li Kolombiyayê ji 1964an vir va di navbera FARC û hikûmetê da şerê navxweyî didome û tê diyarkirin ku di van pevçûnan da nêzîkî 250 hezar kesî mirin û 6 milyon kes jî bû koçber.