23 Sibat 2017•Rojanekirin: 24 Sibat 2017
HEWLÊR
Qeymeqamê Mexmûrê Rizgar Mihemed Îsmaîl der barê hebûna PKKê li Mexmûr got: "Li Mexmûrê 8 qerargehên PKKyê yên bicih bûyî hene. Bi giştî her daîm jimareya van qerargehan diguhere. Vê dawiyê jî perwerdeya eskerî didin nîştecihên nav Kampa Mexmûrê. Ev ji bo me cihê pirsê ye."
Qeymeqamê Mexmûrê Îsmaîl der barê mewcûdiyeta PKKê li dewrûberê qezayê û livîna wan a di nav kampê de agahî dan peyamnêrê Ajansa Anadoluyê.
- "Hebûna PKKê li Mexmûrê ji bo Herêma Kurdistanê metirsî ye"
"Pêşî jiyana di nav Kampa Mexmûrê de bi awayekî medenî û însanî bû. Şaredarî, mehelle, dezgehên resmî û xizmetguzarî tê de hebûn. Lê niha bûye cihekî eskerî. Ev jî ji Herêma Kurdistanê re metirsî ye li pêşerojê. Lewra jimara kesên li wir îqamet dikin ji qezaya Mexmûr zêdetir e" bi vê daxuyaniyê Îsmaîl rewşa Mexmûrê li ber çavan raxist.
Ew diyar dike ku dema ku terorîstên DEAŞê êrişî qezaya Mexmûrê kirin, PKKê bi hinceta parastina kampa penaberan çekdarên xwe li wir bicih kirin û çekdarên wê li wir man. Lê hewceyî bi wan nemaye.

- "PKKê jî wek DEAŞê xendeq kolandin"
Bi gotina Îsmaîl, "Çawa ku DEAŞê di bidestxistina Mexmûrê de li dewrûberê wê xendeq kolandibin, PKKê jî bi heman şêweyî li sînorê Mexmûrê xendeq kolandine."
Ew wiha pê de diçe:
"Xelkê di nav kampê de jî ji wan xendeqên PKKê bifikar in û ji pêşeroja xwe ditirsin. Zeviyên xelkê jî ketine ber xendeqan. Herwiha daristanên li Mexmûrê jî ketine ber xendeqan. Ya rastî ev metirsî her hebû lê ji ber şerê DEAŞê me zêde behs nedikir."
- "Li Mexmûrê 8 qerargehên PKKyê yên bicih bûyî hene"
Qeymeqamê Mexmûrê di neqilkirina agahiyan de ev jî got:
"Li Mexmûrê 8 qerargehên PKKyê yên bicih bûyî hene. Bi giştî her daîm jimareya van qerargehan diguhere. Vê dawiyê jî perwerdeya eskerî didin nîştecihên nav Kampa Mexmûrê. Ev ji bo me cihê pirsê ye."
Li gor agahiyên Qeymeqam Îsmaîl kesên li kampê îqamet dikin 12 hezar in û jimara navenda Mexmûrê jî 10 hezar e û wiha pê de çû: "Piştî rizgarkirina Mexmûrê ji DEAŞê PKKê rê neda ku xelk biçin nav kampê. Rê nade ku hêzên emnî û asayişê jî biçin navê. Ev ji bo me cihê endîşeyê ye.
Ew dibêje ji ber ku rêxistin rê nade biçin nizanin ka di nav kampê de çi rû dide.
Li gor qalkirina wî dema ku heyetên ser bi Neteweyên Yekbûyî jî diçin wê derê fikara xwe ya li ser hebûna PKKê li wê derê tînin ziman û destnîşan dikin ku divê kamp bi awayekî medenî bimîne ne çekdarî.
Herwiha halê hazir penaberên li kampê bi temamî ketine bin kontrola PKKê û ew hukim li wan dikin, Îsmaîl wiha axivî:
"Pêştir têkiliya xelkê kampê û welatiyên Mexmûrê baş bû. Wezareta Ewqaf, Perwerde û Şaredariyan jî xebat ji bo wan dikirin. Xelkê kampê li gelek dam û dezgehan jî dixebitin û tên û diçin Hewlêrê."

- Di nav cergê Herêma Kurdistanê de Qendîleke nû
Kampa Mexmûrê li ser Çiyayê Qereçûx e ku 3 kîlometre dûrî navenda qezayê ye ji aliyê rojhilat ve. Li serê çiya jî qerargehên PKKê hene û çekdarên di destê wan de doçke têne dîtin.
Mexmûr ji aliyê cografî ve 56 kîlometre dûrî Hewlêrê ye ji aliyê rojava ve. Bakurê wê qezaya Hewlêrê Xebat û deşta Hewlêrê heye. Ji aliyê başûr jî dikeve Çemê Dîcleyê. Bi Mûsil, Kerkûk û Tîkrîtê ve sînor e. Çiyayê Qereçûx dikeve naverasta qezayê. Mexmûr ji aliyê çandiniyê ve bibereket e. Bi taybet genim û ceh di asta Iraqê de yekem in. Loma jî sîloyên herî mezin yên Iraq û Kurdistanê li Mexmûrê hatine çêkirin.
Piraniya nîştecihên Mexmûrê kurd in lê li hin gundan ereb jî hene. Qerac û Guwêr nahiyeyên wê ne.