Elif Orhan
19 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2017
SILÊMANÎ
Hat ragihandin ku di xwepêşandanên dijî hikûmetê yên ku duh li Silêmaniya bajarê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) dest pê kirin de 5 kes mirin û jimara birîndaran jî derket 93yan.
Midûrê Tenduristiyê yê Ranyaya navçeya Silêmaniyê Taha Mihemed daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di xwepêşandanên ku ji duh ve berdewam dikin de 5 xwepêşandêr di encama guleyên ku hêzên ewlehiyê berdan de mirin.
Mihemed got ku her wiha li navçeyê 36 jê ji hêzên ewlehiyê 70 kes jî birîndar bûn.
Qaymeqamê Ranyayê Ebdulhamîd Ebdullah jî diyar kir ku li navçeyê rewş her ku diçe xirabtir dibe û da zanîn ku xwepêşandêran agir bi avahiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Partiya Yekîtiya Îslamê ya Kurdistanê xistin.
Li navenda Silêmaniyê û navçeyên Teqteq, Koyê, Çemçemal û Kifriyê jî di nav rojê de 23 kesên din jî birîndar bibûn.
Li HKIyê li Silêmaniya ku lê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goran ku yek ji partiyên mixalefetê yên sereke ye lê hêzdar in hin mamosteyan ji ber mehaneyên ku dereng tên dayîn û dijî gendeliyê protesto dan destpêkirin û ev protesto di demek kurt de veguherî xwepêşandanên girseyî.
Xwepêşandanên ku li navenda bajarê Silêmaniyê destpê kir pişt re belavî gelek navçeyan bû. Li Dihok û Hewlêra ku PDKya bi serkêşiya Mesûd Barzaniyê Serokê HKIyê yê berê lê hêzdar e jî tu protesto nehatin kirin.
- Qeyrana aboriyê ya li Herêma Kurdistanê
Li Herêmê ji sala 2014an vir va qeyrana aboriyê heye. Li gorî destûra Iraqê, para rêveberiya Hewlêrê ya ji dahata nefta welat ji sedî 17 e. Lêbelê Nûrî Malikî di heyama serokwezîriya xwe da ji ber hinceta ku Herêma Kurdistan bi serê xwe neftê difiroşe, pişka Hewlêrê ya budçeyê di 2014an da birîbû. Piştra di serdema serokwezîriya Ebadî da jî hikûmet kêmasiya budçeyê dike hincet û qismekî hindik ê para Herêmê dişîne.
Qeyrana aboriyê ya ku bi birîna pişka budçeyê va dest pê kir, ji ber êrîşên rêxistina terorî DEAŞê û şikestina bihayê neftê her ku çû kûrtir bû.
Li gorî daneyên fermî yên rêveberiya Hewlêrê, nêzîkî milyonek û 400 hezar karmend ji hikûmeta Herêmê meaş werdigire.
Rêveberiya Ebadî jî îdia dike ku ev hejmar ne rast e û herwiha diyar dike ku rêveberiya navendî jinûva qeyda hejmara karmendên navborî digire û dema ku ev yek kuta bû wê li gorî vê hejmarê meaş bidin.