BRUKSEL
Nûnera Bilind ya Polîtîkaya Ewlehiyê û Karên Derve ya YEyê Catherîne Ashton, der barê mudaxeleya hêznê ewlehiya Misrê ya li ser xwepêşandêrên Qada Rebîatu'l Adewiyeyê de daxuyaniyeke nivîskî da.
Ashton got ku bi fikar bûyerên Misrê dişopîne û ji ber mirinên li xwepêşana duh gelekî xemgîn im û bangî meqamên berwext kir da ku ewlehiya xwepêşanên aştîxwaz û nîzamî pêk bînin. Ashton xwest ku hemû alî jî şîdetê birevin û li hember mafê civîn û xwepêşanê rêz bigirin.
Ashton îdia ku çareserî ne di dijberbûnê de ye, di bi lez derbasbûna heyama berwext ya bihurînê de ye. Ashton dest nîşan kir ku divê heyama qrîtîk de aşbûn û diyalog gelek girîng e û divê ji axaftinên ku mirovan tehrîk dikin dûr bisekinin.
Ashton got ku divê Birayên Misilman jî di nav de hemû komên siyasî daxilî vê pêvajoya bihurînê bibin û divê ev pêvajoya bi xwe re pergala destûrî, hilbijartinên azad û adil û hikûmeteke di pêşengiya sivîlan de, bîne.
Catherine Ashton, banga xwe ya ji bo serbestberdana Mursiyê hilbijartî û şêwirmendên wî yên nêz jî di nav de hemû girtiyên siyasî, dubare kir.
Di vê navberê de Wezîrê Karên Derve yê Swêdê Carl Bîldt di peyama xwe ya di twitterê de got ku ji ber mirinên li xwepêşanên Misrê şaşmetel mam. Hêzên ewlehiyê ji berpirsyariyê nafilitin.