Türkan Tosun
23 Nîsan 2018•Rojanekirin: 24 Nîsan 2018
BRUKSEL
Yekîtiya Ewropayê (NY) amadehiyan dike hin guherînên ku "muxbîran" diparêze, bike.
Komîsyona Yekîtiya Ewopayê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got di mijarên wek "belgeyên panamayê", "skandala Dîesselgateê" û skandala derket holê ku şirketa Cambrîdge Analytîcayê agahiyên bi milyonan kesî yên ku Facebookê bi kar tînin bi dereqanûnî bi kar aniye de rola muxbîran girîng e û ew dikarin tiştên bi vî rengî yên dereqanûnî derxin holê.
Ev pêşnûmaya ku Komîsyona Yekîtiya Ewopayê îro eşkere kir û "muxbîran diparêze" heke bibe qanûn, muxbîran ji wezîfeyê dûrxistin an jî xebatên li dijî wan tên kirin wê ji holê rake.
- "Heke muxbîr tunebûna skandal wê derneketina holê"
Alîkarê Serokê Yekemîn ê Komîsyona Yekîtiya Ewopayê Frans Tîmmermans der barê vê mijarê de wiha got: "Heke ew kesên di hundir da wêrek tevnegeriyana û agahî nedana, gelek skandalên ku di demeke nêzîk de derketin holê wê derneketina holê. Heke em muxbîran biparêzin em dikarin gendelî, bêrêtî, bacrevandin û mijarên wek van baş kontrol bikin. Yên ku vî karî rast dikin divê neyên cezakirin."
Tîmmermans got ji bilî vê çavkaniya rojnamevanên lêkolîner jî wê bi vê pêşniyariyê va bên parastin.
Ji bo ku ev pêşnûma bibe qanûn Komîsyona Yekîtiya Ewopayê, Konseya Yekîtiya Ewopayê û Parlamentoya Ewopayê wê hevdîtineke sêalî bikin.
Heke hemû alî li ser vê hev bikin û qebûl bikin, ev pêşniyaz wê bikeve rewacê.